Cihê parlamentoyê li civakê

Parlamento, hikûmet, meqamên resmî û şaredarî mînakên aktorên resmî yên li civaka me ne. Li Swêdê gelek meqamên resmî û organên resmî hene.

Parlamento (Riksdagen)

Parlamento li Swêdê meclîsa herî bilind a biryardanê ye. Karên parlamentoyê biryardana li ser qanûn û bûtceya dewletê ye. Parlamento her wiha kontrol jî dike ka hikûmet çawa karê xwe birêve dibe. Biryarên ku ji aliyê parlamentoyê ve hatine girtin li seranserê Swêdê derbas dibin.

Hikûmet

Piştî ku hilbijêran hilbijart ka dê kîjan 349 endam di parlamentoyê de cih bigirin, parlamento serokwezîrek hildibijêre. Paşê serokwezîr biryarê dide ka kîjan wezîr dê di hikûmetê de cîh bigirin. Hikûmet divê ji aliyê parlamentoyê ve were piştgirîkirin an jî bi kêmanî were tolere kirin, naxwe dibe ku hikûmet neçar bimîne ku îstifa bike.

Hikûmet welat bi rê ve dibe. Yek ji wezîfeyên hikûmetê ew e ku pêşniyarên ku divê parlamento paşê biryarê li ser bide pêşkêş bike. Hikûmet her weha ji pêkanîna biryarên parlamentoyê jî berpirsiyar e.

Meqamên resmî

Meqamên resmî divê bikin ku biryarên hikûmet û parlamentoyê bêne pêkanîn. Meqamên resmî di bin emrê hikûmetê de dixebitin.

Şaredarî (kommun)

290 şaredarî li Swêdê hene. Li her şaredariyek meclîsek şaredariyê heye. Li wir, siyasetvanên şaredariyê biryarên ku tenê ji bo wê şaredariyê derbas dibin, digirin.

Herêm (regioner)

Li Swêdê 21 herêm hene. Karên wan yên sereke lênêrîna nexweşan û trafîka kolektîf e. Li meclîsa herêmê biryarên siyasî yên ji bo herêmê têne girtin.

Dadgeh

Li Swêdê 21 herêm hene. Karên wan yên sereke lênêrîna nexweşan û trafîka kolektîf e. Li meclîsa herêmê biryarên siyasî yên ji bo herêmê têne girtin.

YE

Swêd, endamê Yekîtiya Ewrûpayê, YE ye. Ew qanûnên ku YE biryarê li ser wan digire bandorê li ser her mirovekî li Swêdê dike.

Medya

Medya jî bi tevlîbûna xwe bandorê li civakê dike. Weke mînak medya çavdêriya parlamento, hikûmet, meqamên resmî û rêxistinan dike.