Demokrasî

Demokrasî kêm zêde tê wateya desthilatdariya gel an jî hêza gel. Fikra bingehîn a demokrasiyê ew e ku her kesê ku hemwelatî ye an li welatekî dijî, divê xwedî îmkana tevlîbûnê be û li ser çawaniya rêvebirina welat xwedî fikir û raman be. Ev bi gelemperî bi hilbijartinên asayî tê kirin.

Fikreke bingehîn a demokratîk a din jî ew e ku hemû mirov wek hev bi qîmet in û divê xwedî heman mafan bin. Di demokrasiyekê de, divê mirov bihêle ku her kes çi bixwaze bifikire û derfet hebe ku fikrên xwe bi awayekî vekirî bi axaftin û nivîsandinê bêje.

Demokrasî dikare cihêreng be

Demokrasî dikarin cihêreng bin û welatên demokratîk ji bo çawa birêvebirina welat awayê cuda ji bo xwe hilbijartine. Li piraniya welatên demokratîk awayek ku jê re dibijên demokrasiya temsîlî, heye. Ev tê wê wateyê ku hemwelatî di hilbijartinên asayî de siyasetmedarên ku nûnertiya wan dikin û welat birêve dibin hilbijêrin. Swêd demokrasiyeke temsîlî ye.

Dema hemwelatî tevlî biyardana pirseke taybetî dibin, weke mînak bi rêya referendûmekê, ji vê re dibêjin demokrasiya rasterast. Li Swêdê referandûm li derbarê bikaranîna enerjiya nukleerî û endametiya YE hatine li darxistin. Cureyê asayî ya refarandûmên li Swêdê ew e ku ew tenê tewsiyekar in, û siyasetvan ne mecbûr in encamên wan bişopînin.

Qiral serokê dewletê ye lê desthelatiya wî kêm e

Ji nûnerê herî bilind yê welatekî re dibêjin serokê dewletê. Li Swêdê serokê dewletê qiral yan qiralîçeyek ser text e. Lê serokê dewletê li Swêdê xwedî hêzeke siyasî nîne, bi giranî tenê xwedî erkên (wezîfeyên) sembolîk e.