Hikûmet wisa tê avakirin

Hikûmetek dikare li ser kar bimîne heya ku di parlamentoye de piştgiriyek wê ya têr hebe. Çend sedem hene ku pêwîst dike hikûmetek îstifa bike û di şûna wê de hikûmeteke nû bê avakirin.

Sedema herî normal ku hikûmetek îstifa dike ew e ku partiya desthilatdar an jî hevbendiyek (koalîsyonek) ji çend partiyan piştî hilbijartinan beşek ji piştgiriya xwe ya li parlamentoyê winda dike. Wê demê serokwezîr dikare bi dilxwazî ​​îstifa bike, yan jî neçar be ku piştî dengdana ji bo serokwezîrtiyê ku piştî hilbijartinek li parlamentoyê tê kirin, îstifa bike.

Heger hukûmeta berê neçar bû ku îstifa bike, ji ber ku parlamentoyê dengê bêbaweriyê ji bo serokwezîr pêşkêş kiriye yan jî heger serokwezîrek ji ber sedemên din îstifa kiribe, wê demê dibe ku pêdivî bi avakirina hukûmetek nû hebe.

Hikûmeta ser kar wek hikûmeteke berwext dimîne. Hikûmeteke berwext bi mijarên rojane re mijûl dibe, lê bi gelemperî, li gorî pratîkê, însiyatîfên nû yên siyasî nagire.

Serokê parlamentoyê pêşniyar dike ka dê kî bibe serokwezîr

Dema ku hikûmetek îstifa kir, wezîfeya serokê parlamentoyê ye ku ji bo serokwezîrek nû pêşniyarek amade bike. Paşê, serokê parlamentoyê bi nûnerên hemû partiyên parlamentoyê re diaxive, da ku bibîne ka ji bo kîjan namzetê serokwezîriyê di nav partiyan de herî zêde piştgirî heye û di encama vê yekê de kî dikare bibe serokwezîrê Swêdê yê nû û hikûmetek ku pêbaweriya parlamentoyê têra xwe ji bo wê hebe ava bike. Serokê Parlamentoyê bi cîgirên serokê parlamentoyê re dicive û paşê pêşniyara xwe pêşkêşî parlamentoyê dike.

Dema ku serokê parlamentoyê pêşniyara xwe pêşkêş kir di heman demê de diyar jî dike ku dê kîjan partî di hikûmetê de cih bigirin. Armanc ew e ku namzetek serokwezîriyê bibînin ku di parlamentoyê de xwedî îmkana herî mezin be ku hikûmetek bi piştgiriyek têr ava bike.

Parlamento bi dengdanê serokwezîr hildibijêre

Pêşniyara serokê parlamentoyê ya ji bo serokwezîriyê ji aliyê endamên parlamentoyê ve li salona meclîsê bi dengdanek tê ceribandin. Heger ji zêdetirê nîvê endamên parlamentoyê, ango herî kêm 175, li dijî pêşniyarê dengên xwe bidin, ew dê bi ser nekeve. Wekî din, pêşniyar tê pejirandin.

Çar şensên serokê parlamentoyê hene

Heger pêşniyarek ji bo serokwezîriyê têra xwe piştgiriyek negire, divê serokê parlamentoyê careke din bi serokê partiyan re biaxive, bi cîgirên serokê parlamentoyê re bişêwire û piştre pêşniyarek nû pêşkêş bike. Çar şensên serokê parlamentoyê hene. Heger ti pêşniyarek ji bo serokwezîrê nû li parlamentoyê piştgirî negire, divê di nav sê mehan de hilbijartineke pêşwext were li darxistin.

Serokwezîr wezîrên din wezîfedar dike

Yê biryarê dide ka kîjan wezîr di hikûmetê de dê cîh bigirin serokwezîr e. Gavekî lez piştî hilbijartina xwe, divê serokwezîr ji parlamentoyê re ragihîne ka kîjan kes weke wezîr ji hikûmetê re hatine tayînkirin.  

Guhertina hikûmetê, paşê bi awayekî fermî bi civînekê hikûmetê ku jê re bi swêdî dibêjin ”konselj” li qesra qiral tê kirin. ”Konselj”, civîneke hikûmetê ye ku serokê dewletê, yanê qiral yan qiralîçeya ser text, serokatiya wê dike.