Hilbijartinên parlamentoyê

Her çar salan carekî – yekşema didûyan ya meha îlonê – hilbijartin ji bo parlamentoya Swêdê tê li darxistin. Heman roj, ji bo şaredarî û wîlayetan jî hilbijartin têne li darxistin.

Parlamento, li Swêdê meclîsa herî bilind ya biryardanê ye. Di nav karûbarên parlamentoyê de biryardana çêkirina qanûn û butçeya dewletê hene. Parlamento her weha karûbarên hikûmetê jî kontrol dike. 

Di hilbijartinên 2022 de, ji sedî 84,2 kesên xwedî mafê dengdanê dengên xwe bikar anîn. Hilbijartina asayî ya cara bê di sala 2026 de ye.

Sîstema hilbijartinê ya Swêdê rêjedar e. Ev tê wê wateyê ku hejmara kursiyên partiyek yên di parlamentoyê de rêjedarê wan dengan e ku partiyê di hilbijartinên parlamentoyê de stendine. Li parlamentoyê 349 kursî hene, ku jê re bi swêdî tê gotin ”mandater”. Rêbaza sereke ew e ku partiyek, ji bo ku bikeve parlamentoyê divê herî kêm ji sedî 4 ji dengan bidest bixe.

Hemwelatiyên Swêdê dikarin deng bidin û beşdarî hilbijartinên parlementoyê bibin

Mafê dengdanê yê wan kesan heye ku hemwelatiyên Swêdê ne, herî dawî roja hilbijartinê temenê 18 salî tije kirine û qeyda nifûsê ya wan li Swêdê heye yan hebûye.

Her kesê ku bixwaze wek endamê parlamentoyê were hilbijartin, divê di hilbijartinên parlamentoyê de mafê xwe yê dengdanê hebe û ji aliyê partiyeke siyasî ve were namzednîşandan, ango wek namzed were destnîşankirin. Kesê ku tê namzednîşandan divê pêşwext qebûl kiribe ku bibe namzet.

Kursiyek li parlamentoyê şexsî ye. Heger endamek di dewreya hilbijartinê de ji partiya xwe derkeve, dikare di parlamentoyê de bimîne, lê bêyî ku endamê partiyek be.

Ew partî yan wan partiyên ku di parlamentoyê de ji bo desteka siyaseta xwe têra xwe kursî bidest xistine dikarin hikûmet ava bikin. Ji vê re tê gotin parlamentarîzm.

Partiyên li parlamentoyê 2022–2026

Di dewra hilbijartinê ya 2022 – 2026 de heşt partî li parlamentoyê têne temsîl kirin. Hejmara cîhên – ango kursiyên – ku her partiyek di encama hilbijartina 2022 de wergirt ev in:

  • Sosyaldemokrat (S) 107 kursî
  • Demokratên Swêdê (SD) 73 kursî
  • Moderat (M) 68 kursî
  • Partiya Çep (V) 24 kursî
  • Partiya Navendê (C) 24 kursî
  • Demokratên Xiristiyan (KD) 19 kursî
  • Partiya Jîngehê (MP) 18 kursî
  • Lîberal (L) 16 kursî