Referandûm

Referandûm dengdanek e ku dengdêr rasterast li ser pirsek siyasî helwest digirin. Biryara ku referandûm li seranserê welêt bê kirin parlamento digire. Her weha li şaredarî û herêman jî referandûm dikarin werine li darxistin.

Li Swêdê bi navê referandumên netewî du cure referandum hene ku ji bo tevahiya welat derbas dibin. Referandûma şêwirdar û referandumên li ser pirsek destûrî hene, ku di hin rewşan de dibe ku hikûmetê girê bide. Li Swêdê ti carî di pirseke destûrî de referandûm çênebûye.

Referandûmên netewî divê îstîsna bin. Ji ber vê yekê tenê parlamento dikare biryara lidarxistina referandûmeke netewî bide.

Heger parlamento biryarê bide ku referandumeke netewî were li darxistin, qanûnek taybet bi qaîdeyên ku tenê ji bo referanduma aktûel derbas dibe tê derxistin. Weke mînak, li wir biryar tê dayîn ku kîjan pirs ji hilbijêran bê kirin û kîjan roj dengdan bê kirin. Wekî din, di referandumên neteweyî de bi gelemperî heman qaîdeyên hilbijartinên parlamentoyê yên li derbarê mafê dengdanê, herêmên hilbijartinê û dayîna deng, derbas dibe.

Referandûmên şêwirdar

Referandûmeke şêwirdar ti kesî girênade. Her çendî li derbarê pirsek de referandûm hatibe li darxistin jî biryara diyarker ya li derbarê pirsê de ji aliyê parlamentoyê ve tê dayîn. Lê fikir ew e ku dengdan berya biyara parlamentoyê rênîşandanek bide.

Şeş referandûmên şêwirdar yên netewî

Li Swêdê îmkana organîzekirina referandûmên şêwirdar sala 1922 hate destpêkirin û di heman salê de ji bo dengdana qedexekirina vexwarinên bi alkol hate bikar anîn. Bi tevahî şeş referandûmên şêwirdar yên netewî li Swêdê hatine li darxistin:

  • 1922 li ser qedexekirina vexwarinên bi alkol
  • 1955 li ser derbasbûna ji trafîka çepê ya ji bo trafîka rastê.
  • 1957 li ser pereyê teqawidiya zêde ya giştî.
  • 1980 li ser hêza nukleerî
  • 1994 li ser endametiya YE
  •  2003 li ser bikaranîna euro wek dirav (pere) li Swêdê.

Referandûmên şaredariyê

Her weha li şaredarî û herêman jî îmkana lidarxistina referandûman heye. Ew her tim şêwirdar in.