Wezîfeyên parlamentoyê

Parlamento (Riksdag) li Swêdê meclîsa herî bilind a biryardanê ye. Her çar salan carekê, gelê swêdî hildibijêre ku 349 kes di parlamentoyê de nûnertiya wan bikin. Kesên ku di parlamentoyê de rûdinin endamên parlamentoyê ne.

Li ser qanûn û bûdceya dewletê biryar dide

Yek ji wezîfeyên herî girîng ên parlamentoyê biryara li ser qanûnan e. Pêşniyarên qanûnî bi gelemperî ji hukûmetê têne, lê di heman demê de dikarin ji yek an çend endamên parlamentoyê jî werin. Hemû pêşniyar, beriya ku parlamento di salona meclîsê (kammaren) de bide dengdanê, di komîsyonên parlamentoyê de têne amadekirin.

Parlamento her weha li ser xerc û hatina dewletê ya di butçeya dewletê de jî biryar dide. Parlamento, , piştî ku hikûmetê pêşniyara bûdceyê ya ji bo çawaniya bikaranîna pereyên dewletê pêşkêş kir, biryara xwe dide.

Hikûmetê kontrol dike

Wezîfeyek din a parlamentoyê ew e ku kontrol bike ka hukûmet çawa karê xwe birêve dibe. Endam dikarin pirsan ji wezîrên hikûmetê bikin. Komîsyona Destûra Bingehîn a Riksdagê, KU, lêkolîn dike da ku binêre ka hikûmet qaîdeyan dişopîne yan na. Heger parlamento bawerî bi serokwezîr an jî wezîrekî neyne, dikare pêşniyarek bêbaweriyê li dijî wezîr bide dengdanê.

Bi mijar û pirsên li derbarê YE re kar dike

Parlamento li ser mijar û pirsên Yekîtiya Ewropayê (YE) kar dike. Divê hikûmet bi parlamentoyê re bişêwire ka divê Swêd di nav YE de kîjan xetê bişopîne. Wekî din, gelek pêşniyarên ku parlamento li ser wan biryarê digire, bi eslê xwe ji YE têne.

Parlamento bi hikûmetê re, di teşekirina siyaseta derve ya Swêdê de jî cih digire.