Xebata li parlamentoyê

349 endamên parlamentoyê hene û vana her çar salan carekî têne hilbijartin. Salona meclîsê (kammaren) dilê parlamentoyê ye. Lê piraniya xebata siyasî her weha li grûpên partiyan û komîsyonên parlamentoyê pêk tê.

Endamên parlamentoyê ne xebatkarên parlamentoyê ne, lê ji dengdêrên xwe wezîfeyek girtin e ku ji bo demek xuyakirî li parlamentoyê rûnin. Ji ber vê yekê jî ew ne meaş (lön), lê destheqek (arvode) distînin. Endamek parlmantoyê seranserê salê û rojê 24 saet wezîfeyên xwe pêk tîne. Ev wezîfe ne tenê bi xebata li parlamentoyê re sînordar e. Ev xebat dikare di heman demê de, wekî mînak, li herêma ku parlamenter lê hatiye hilbijartin, li deverên din an li derveyî welêt jî were kirin.

Destheqa bingehîn ya endamên parlamentoyê mehane 75 500 kron e û ew jî baca vê mîkdarê didin.

Li salona meclîsê (kammaren) endam guftûgo dikin û biryaran digirin

Salona meclîsê yan jî bi gotineke din salona civîna endaman dilê parlamentoyê ye. Endamên parlamentoyê li vir mijar û pirsên girîng guftûgo dikin û parlamento li vir biryarên xwe digire.

Li salona meclîsê, li kêleka gelek tiştên din, li ser mijarên cuda nîqaş têne kirin, bi wezîrên takekes re guftûgoyên îzehatxwestinê (interpellationsdebatter) têne pêk anîn û dema pirsên (frågestund) ji hikûmetê têne li darxistin. Nîqaşên mezintir yên wekî guftûgoya serokên partiyan, di nav salê de çend caran pêk tê. Partî, her weha dikarin daxwaz bikin ku parlamento li ser mijar û pirseke bi taybetî girîn guftûgo pêk bîne.

Komîsyon biryaran amade dikin

Piraniya xebata siyasî li grûpên partiyan û li wan 15 komîsyonên parlamentoyê tê kirin. Berya ku endam helwesta dawî li komîsyon û salona meclîsê bigirin, hemû pirs û mijarên girîng ewil li grûpên partîyan tê nîqaşkirin.

Li komîsyonan, endam wan biryarên ku dê parlamento bigire amade dikin. Piştî ku komîsyonek pêşniyara xwe pêşkêş kir êdî wext hatiye ku hemû 349 endamên parlamentoyê li beramberî wê li salona meclîsê helwest bigirin.

Li her komîsyonek 17 endam rûdinin. Komîsyon weke ”mînî-parlamento” ye, ev tê wê maneyê ku pevgihandina li komîsyonê weke temsîla partiyan a li parlamentoyê ye. Partiya herî mezin a parlamentoyê li komîsyonan jî xwedî herî zêde kursî ye.

Li Heyeta YE (EU-nämnden), hikûmet siyaseta xwe ya YE cîhbicîh dike. Pêwîst e hikûmet, berya civînên li Konseya Wezîran ya Yekîtiya Ewrûpayê û civînên navbera serokdewlet û serokhikûmetên YE yên li Komîsoyona Ewrûpî, bi Heyeta YE ya parlamentoyê re bişêwire.

About the page

Published
Changed