YE wisa kar dike

Li YE heft sazî û dezgeh hene ku ji pêkanîna hevkariya navbera welatên YE’yê berpirsiyar in. Rol û wezîfeyên van sazî û dezgehan, cûda ne.

Komîsyona YE, qanûnên nû yên YE’yê pêşniyar dike û kontrolê dike ku hemû welatên endam vana pêk bînin. Komîsyona YE, ji her welatekî endam komîserek pêk tê û tevahiya YE’yê temsîl dike. Her pênc salan carekî komîsyoneke nû tê hilbijartin.

Konseya Wezîran li derbarê qanûnên nû yên YE de biryar digire, bi awayeke asayî bi tevî Parlamentoya Ewrûpayê re. Hikûmeta swêdî û hemû hikûmetên din yên YE’yê her yek bi wezîrek tevlî civînên Komîsyona Wezîran ya YE’yê dibin. Kîjan wezîr tevlî kîjan civîna konseyê dibe girêdayî pirs û mijara dê bê guftûgokirinê ye. Konseya Wezîran, bi qadên polîtîkayê ve girêdayî bi deh pêkhateyên (pevgihandinên) cihêreng dicive.

Parlamentoya Ewrûpayê, bi awayeke asayî bi tevî Konseya Wezîran re, li derbarê qanûnên nû yên YE de biryar digire. Endamên Parlamentoya Ewrûpayê her pênc salan carekî ji aliyê hemwelatiyên welatên YE’yê ve bi hilbijartinên rasteras têne hilbijartin.

Konseya Ewrûpî rêgezên ji bo hevkariya Yekîtiya Ewrûpayê yên ji bo demeke dirêj, destnîşan dike. Serokên dewlet û hikûmetên welatên Yekîtiya Ewropayê di Konseya Ewropayê de dicivin. Ji Swêdê serokwezîr beşdar dibe.

Dadgeha Ewrûpayê nakokiyên di navbera saziyên YE û welatên endam de mehkeme dike. Dadgeh qanûnên Yekîtiya Ewropayê jî şîrove dike.

Dadgeha Ewrûpî ya Çavdêriyê kontrol dike ku pereyên Yekîtiya Ewrûpayê rast têne bikar anîn û bi awayeke rast têne rapor kirin.

Banka Navendî ya Ewrûpayê (ECB) siyaseta pereyan ya welatên ku ewro qebûl kirine bi rê ve dibe û piştgirî dide siyaseta aborî ya giştî ya YE’yê.

Parlamento û YE

Yek ji wezîfeyên herî girîng ên parlamentoyê ew e ku li ser qanûnên nû biryar bide. Weke endamek YE, Swêd hinek ji desthilata çêkirina qanûnan radestî YE kiriye, lê parlamento hîn jî xwedî derfet e ku bandorê li qanûnên ku YE biryarê li ser dide, bike.

Di Konseya Wezîran a YE û Konseya Ewropayê de, ya nûnertiya (temsîla) Swêdê dike hikûmet e. Lê wezîrên hikûmetê bi rêkûpêk tên parlamentoyê (riksdagê) da ku li ser mijarên YE nîqaş bikin, wek nimûne bi nîqaşên di komîsyonan de. Berya ku wezîr biçin Konseya Wezîran a Yekîtiya Ewrûpayê - ji bo ku biryarek li ser qanûnek nû ya Yekîtiya Ewrûpayê bidin - divê hukûmet berî her tiştî bi şêwra li Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (EU-nämnden) ya parlamentoyê nêrîna xwe li ser pêşniyara qanûnê cîhbicîh bike.

Parlamento her weha xwedî derfeteke din e ku bandorê li pêşniyarên qanûnî yên Komîsyona Ewrûpî bike. Parlamentoya Swêdê û parlementoyên welatên din ên Yekîtiya Ewrûpayê mihekeme dikin ka hin pêşniyarên qanûnî di asta Yekîtiya Ewropayê yan di asta netewî de - ango ji aliyê YE ve an ji aliyê dewletên endam bi xwe ve - bêne biryardan. Ji vê re dibêjin mihekemekirina prensîba nêzîkatiyê. Fikir ev e ku Yekîtiya Ewrûpayê tenê li ser mijarekê biryarê bide heger ku welatên endam nikaribin vî tiştî bixwe bi heman başiyê bikin.

Ji pêşniyara YE ta qanûnek swêdî

Komîsyona Ewrûpî qanûneke nû ya YE’yê pêşniyar dike.
Wezîfa Komîsyona Ewrûpî ew e ku qanûnên nû yên Yekîtiya Ewrûpayê pêşniyar bike. Komîsyon vê yekê piştî nîqaş û lêkolînan dike, ka kîjan qanûnên nû yên YE li welatên endam hewce ne.

Hikûmet û parlamento helwest digirin

Komîsyona Ewrûpî pêşniyarên xwe ji hemû welatên endam re dişeyînin. Li Swêdê vana diçin ji hikûmet û parlamentoyê re. Hikûmet, parlamento li derbarê nêrîna xwe de agahdar dike û bi rêya civînên li komîsyonên parlamentoyê nêrîna parlamentoyê werdigire. Ya ku Swêdê li Konseya Wezîran a YE’yê temsîl hikûmet e, lê hikûmet di warê çawa bi pirsên YE’yê re mijûl dibe de li pêş parlamentoyê berpirsiyar e.

Parlamento her weha dinirxîne ka gelo pêşniyarên qanûnî yên Yekîtiya Ewrûpayê divê di asta YE de yan di asta netewî de, li parlamentoyên her welatekî endam were biryardan. Ji vê re dibêjin mihekemekirina pêşniyara biryarê li ser esasê prensîba nêzîkatiyê û ev tê wê maneyê ku biryar divê di asta herî bikêrhatî (efektîf) de û her çiqas ji dest tê ewqas nezîkê hemwelatiyan bê girtin.

Parlamentoya Ewrûpayê û Konseya Wezîran biryar digirin

Endamên Parlamentoya Ewrûpayê û wezîrên di Komîsyona Wezîran de, her yek ji aliyê xwe ve pêşniyarê nîqaş dikin û dikarin guhertinan pêşniyar bikin. Ew li ser piraniya qanûnên Yekîtiya Ewrûpayê bi hev re biryarê didin û pêwîst e ku ji bo qanûnek têkeve pêkanînê, ew li hev bikin.

Swêd qanûnên YE pêk tînin

Dema ku Parlamentoya Ewrûpayê û Komîsyona Wezîran biryara qanûneke nû dan divê Swêd û welatên din yên Yekîtiya Ewrûpayê vana bişopînin. Hinek caran bes e ku hikûmet yan meqamên resmî hîn qaîdeyan biguncînin (adapte bikin), lê hîn caran jî pêwîst e qanûnên netewî werine guhertin da ku bibin wekî qanûnên Yekîtiya Ewrûpayê. Li Swêdê pêwîst e hikûmet pêşniyarek (teklîfek) bide parlamentoyê ku li derbarê qanûnan de biryarê digire.

Hikûmet, meqamên resmî û şaredarî dixebitin ku qanûna nû pêk were. Dadgehên swêdî jî dixebitin ku qanûn werin şopandin.

Komîsyona Ewrûpî kontol dike ku welatên endam qanûnên YE dişopînin. Heger Komîsyona Ewrûpî di wê baweriyê de be ku Swêd qanûnan naşopîne wê demê ew dikare li cem Dadgeha Ewrûpayê doz li Swêdê veke.